Çalakvanên Koyê, ragihandin ku ji ber bêdengiya hikûmeta Herêmê û Iraqê, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike.
Çalakvanê sivîl Reşîd Delak diyar kir ku rojane dronên Tirkiye Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin .
Ev jî ji ber ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê nekariye serweriya xaka xwe biparêzin û bêdengin.
Reşîd di dewama axaftina xwe de balkişand li ser hevkariya hêzên Kurd bi dijmin re û got :
”Hinek hêzên Kurdî çavsax û hevkarên Tirkiyeyê ne, ev rastiyeke ku nayê înkarkirin.”
Hîwa Ehmed jî di derbarê heman mijarê de axivî û got:
Yek ji sedemên berdewambûna êrişan bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye.
Hîwa herî dawî diyar kir ku beşek ji hêzên Kurdî jî ji van bombebaran û êrişan agahdarin, lê ti helwestek nîşan nadin.