Binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî

Ji Efrînê bigre ta bi Serê Kaniyê, Girê Spî û her devereke di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, kirinên dermirovî yên bi armanca guhertina demografiyê û Tirkkirina wê, lê bidawî nabin.
Li Girê Spî 30 zarokên ku qaşo baş fêrî Tirkî bûne, hatin xelatkirin.
Li Efrîn jî malên du welatiyan hatin firotin û welatiyek piştî dayîna fidyeyê hate berdan.

Hovîtî û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dewam dikin.

Bi armanca Tirkkirinê dewleta Tirk çi ji dest wan tê dikin.

Li herêmên dagirkirî siyaseta Tirk-kirinê

Li gorî ANHA’ê ku ew jî dispêre çavkaniyên xwecihî ragihand ku Meclisa Herêmî ya Girê Spî ya girêdayî dewleta Tirk duh 30 zarokên ku qaşo baş fêrî zimanê Tirkî hatine kirin, xelat kir.

Dewleta dagirker sala borî jî, gotina sirûda nîştimanî ya Tirkiyê li dibistanan ferz kiribû û wêneyên Mustefa Kemal Ataturk li dibistanan daliqandibûn.

 Efrîna dagirkirî – mala du welatiyan hate firotin

Firotina malên Efrîniyan ku ew jî bi armanca guhertina demografiya Efrîn tê kirin dewam dike.

Çeteyek ku bi xwe ji bajaroka Heyan e mala welatiyê bi navê Mistefa Elî yê ji xelkê Qîbarêh bi 2 hezar dolar, firot çeteyekî din.

Çeteyek ji Xotaya Şamê jî mala Mihemed Reşo ji xelkê Badîna bi hezar û 500 dolarî firot çeteyekî din ji Maret Elnuman ya Idlibê.

Efrîna dagirkirî-piştî dayîna 400 dolarî çeteyan welatiyek berda 

Revandina Efrîniyan a bi armanca wergirtina fidyeyê jî, yek ji kiryarên rojane ye.

Çete bi zanebûn welatiyan direvînin da ku li ser berdana wan pereyan bigrin.

Efrîn POST da zanîn Mesûd Mindo ku 10 Gulanê hatibû revandin duh li hember 400 dolarî hate berdan.

Mesûd Mindo tenê ji ber daxwaza mala xwe ya desteserkirî dikir, hatibû revandin.

Çeteyan li Efrînê agir berdan zeviyên xelkê

Back to top button