Tirkiyê-Di Gulanê de 40, di 5 rojên dawî de 9 jin hatin qetilkirin

Li Tirkiyê di 5 rojên dawî de li parêzgehên cuda 9 jin ji aliyê hevserên xwe ve hatin qetilkirin.

Li Tirkiyê ji ber nepêkanîna polîtîkayên pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan, jin di her warî de tên armancgirtin.

Kuştin û cînayetên jinan bi piştgiriya hikûmeta Tirk bi zêdebûnê dewam dike.

Tenê di 5 rojên dawî de 9 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî rapora Gulana 2023’an a Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin;

40 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 22 jin jî bi awayekî guman mirî hatin dîtin.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin li ser hesabê medyaya dijîtal a Twîtterê der barê qetilkirina jinan de bertek nîşan da.

Platformê diyar kir rawestandina cînayetên jinan pêkan e û ji bo pêşî girtina vê yekê, banga têkoşînê kir.

Back to top button