Pergalên parastina azmanî gihiştin Kievê

Di wextekî de ku Rûsya amadekariya êrişên mezin dike, Ukraynayê raihand ku ew ji bo bersivdayînê amade ne.
Rêveberiya Kievê eşkere kir ku ji Amerîka, Spanya û Norwêcê pergalên parastina azmanî gihiştine wan.
Di vê navberê de Waşîngton li wê yekê mukir hat ku di navbera wan û Mosko de hevdîtinên veşartî pêk hatine.
Moskow jî dibêje, ev yek tenê di çarçoveya pevguhertina girtiyan de pêk tê.

Di asoyên Ukraynayê de, nîşaneyên dawîhatina şerê li welat xuya nake.

Berovajî vê, metirsiya êrişên hîn berfihretir heye.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksiy Reznikov (Oleksî Reznîkov) li ser hesabê xwe ê twîtterê ragihand ku ew bûne xwedî pergala parastina azmanî.

Reznikov diyar kir ku pergalên ji Amerîka, Soanya û Norwêcê hatine şandine wê hêza wan a bersivdayîna êrişên Rûsyayê xurt bike û got;

Em ê şerê xwe li dijî êrişa hêzên dijmin dewam bikin. Êdî wê qada me a azmanî ewle be.

Beriya niha Almanya û Fransa jî pergalên parastina azmanî şandibûn Ukraynayê.

Hevdîtinên veşartî yên Amerîka û Rûsyayê

Di vê navberê de beriya demekê ragihandina Amerîkayê eşkere kiribû ku di navbera Mosko û Waşîngtonê hevdîtinên veşartî hene.

Şêwermendê Ewlekariya Netewî Jake Sullivan ev îdîa piştrast kir û got;

Pêwendiyên di navbera Qesra Spî û Kremlînê de ji bo parastina berjewendiyên netewî dewam dikin.

Amerîka baş dizane bê wê li gel kîjan alî danûstandinan bike.

Rûsya: Têkliyên bi Amerîkayê re di asta pevguhertina dîlan de ye

Piştî vê yekê ji Wezareta Karên Derve ya Rûsya daxuyanî hat.

Berdevka wezaretê Mariya Zaxarova got;

Danûstandinên li ser Amerîka di çarçoveya pevguhertina dîlan de pêk tê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Ria Zaxarova têkildarî danûstandinên navbera Mowkow-Waşîngton daxuyanî daye.

Zaxarova diyar kir ku têkiliyên bi DYAyê re li ser pevguhertina girtiyan dewam dikin û ev tişt anî ziman:

“Hevdîtin li gorî hêzên hiqûqê yên têkildar û hêzên taybet (îstîxbarat) tên kirin.”

Berdevka Wezaretê da zanîn ku Moskow û Waşîngtonê li ser mijarên ku dibe sedema hewcedariyê, hin têkilî gotûbêj kirine û wiha got,

“Ev têkilî di asta saziyên cuda de ne.

Helbet ti eleqeya van bi hevkariyeke tam, bi hev re nîne.”

Back to top button