QSD’ê nasnameya şervanê xwe Mîtan Şoreş eşkere kir

QSD’ê nasnameya şervanê xwe yê ku di êrişa 6’ê mehê de li Qamişlo şehîd bû eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxwiyaniyek nasnameya şervanê xwe Mîtan Şoreş eşkere kir ..

Navendê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku êrişên dewleta Tirk yê li dijî sivîlan û mal û milkên wan dewam dike.

QSD’ê da zanîn ku 6’ê vê mehê balafireke bêmirov a dewleta Tirk erebeya şervanê me Mîtan Şoreş kir armanc.

Di encama êrişê de şervanê me Mîtan Şoreş şehîd bû.

QSD’ê diyar kir ku şervanê wan Mîtan beşdarî gelek pêngavên li dijî terorê bûye.

QSD’ê soza rakirina tola şehîdan û dewamkirina têkoşînê heta pêkanîna xwenên şehîdan da.

Li gorî daxwiyaniyê nasnameya şehîd wiha ye :

Nasnav: Mîtan Şoreş
Nav û paşnav: Kemal Mihemed Elî Dûdû
Navê dayikê: Ebta
Navê bav: Mihemed Elî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê, 1995
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, 6 Mijdar 2022.”

Back to top button