KCK: Em Seyîd Riza û bi deh hezaran şehîdên Dêrsimî bi rêz bi bîr tînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 83. ya darvekirina wan de Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî.
KCK’ê diyar kir ew ê ti carî neyên jibîrkirin, Dersima Azad û Kurdistana Azad ku hesreta wan e wê teqez pêk were.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 83’an a darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de daxuyaniyek weşand.

KCK’ê Seyîd Riza û hevalên wî yên hatine darvekirin û bi deh hezaran şehîdên Dêrsimî bi rêz û hurmet bi bîr anîn.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

KCK: Ji bo xelkê Dersimê terbiye bikin ev qirkirin pêk hat

“Beriya 83 salan di êrîşa qirkirinê de ya li ser Dersimê hate kirin, jin, zarok, extiyar, ciwan 70 hezar Kurdên Elewî hatin kuştin û pêşengê civakî Seyîd Riza, kurê wî û pêşengên din ên xelkê Dersimê hatin darvekirin.
Ji ber ku ev yek êrîşeke qirkirinê bû, cihên ku Seyîd Riza û hevalên wî yên hatine darvekirin lê hatine veşartin, hîn jî tên veşartin.”

KCK’ê diyar kir ku bi çavê mirovan li xelkê Dersimê nedinêrîn û ji bo xelkê Dersimê terbiye bikin û bikin Tirk, ev êrîşa qirkirinê pêk hat.

KCK: Heta azadiya Kurdistanê wê têkoşîna me dewam bike

KCK’ê destnîşan kir ku Seyîd Riza bi gotina ‘Min jî serî li ber we netewand, bila ev ji we re bibe derd’ bang li Dersimiyan û gelê Kurdistanê kir ku divê bi sekneke çawa li ber dijmin rabin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de soza xwe dubare kir ku ew ê Kurdistanê azad bikin, Dersimê azad bikin, û wiha got:

“Bila Seyîd Riza û hevalên wî xweş razên! Keç û xortên Kurd serê xwe li ber mêtingeran natewînin.
Heta ku Kurdistana azad, Dersima xweser biafirînin wê têkoşîn dewam bike.”

Back to top button