Li peravên Lîbyayê derdora 100 kesî jiyana xwe ji dest da

Li peravên Lîbyayê, di du qezayên keştiyan de derdora 100 kesî jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (OIM) duh ragihand ku li peravên bajarê Xomsê ya Lîbyayê di qezayekê de 74 kesî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha 47 kes ji aliyê tîmên Parastina Peravî ya Lîbyayê ve hatine rizgarkirin.

Di qezaya duyemîn de jî jibilî 3 jinan, 20 kesên di keştiyê de jiyana xwe ji dest da.

Doktorên Sînornenas bi rêya Twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku li bajarê Sorman ê li bakurê Lîbyayê, bi 3 jinên ji qezayê rizgar bûne agahî girtin.

Doktorên Sînornenas diyar kir ku jinên hatin rizgarkirin hîn ji ber qezaya pêk hatî derûniya wan xirab e, ji ber bi çavê xwe dîtin çawa xizmên wan jiyana xwe ji dest da.

Back to top button