Şeva 20’ê Mijdarê de dagirkeriya Tirkiyê bi balafirên şer li ser herêma Asosê êrişeke hewayî pêk aniye.
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li dijî vê êrişê daxwiyaniyek da û got:
ʹʹGelê me serî natewîne ,ew jî xwedan îradeye ku van êrişan pûç bike .”
YRK’ê diyar kir ku di vê êrişê de tiştek bi hêzên me nehatiye, lê bax û bexçeyên gelê me yê welatparêz zerar dîtine.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Ev demeke dagirkeriya Tirkiye êrişên xwe li ser herêma Asos û Pênciwîn zêde kirine.
Bi taybet ev êriş hemwext li gel serhildanên gelan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêk tên..
Dagirkeriya Tirkiyê bi awayekî hemwext li Başûrê û Rojavayê Kurdistanê êriş pêk anî.
Qaşo ev êrişên ku pêkanîn bi hinceta tolhildana teqîna li Taksîmê ye.”
YRK’ê dawiyê ev yek got:
“Çawa di şerê DAIŞ’ê de me piştevaniya gelê xwe li Rojava kir, îro jî bi her awayî li gel gelê xwe yê berxwedêr in. “