Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran kirin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora saet 4’ê êvarê navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran kir.
Duh jî, Artêşa Tirk û çeteyên wê navçeya Til Rifetê bi fûze û topan topbaran kiribûn.
Dagirkeriya Tirk 2`yê Mijdara 2019`an bi awayekî hovane herêm bobmebaran kiribû û li dijî şêniyên Efrînê ku li şehbayê bi cih bûne komkujî pêk anîbû.
Di encama komkujiyê de 8 jê zarok 10 kes şehîd bûbûn.