Dewleta Tirk li Dêrikê erebeyek bombe kir

Berî saetekê Dewleta Tirk êrişî herêma Dêrikê kir. Dewleta Tirk bi balafireke bê mirov erebeyek li derdora Kampa Newroz bombebaran kir.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku deweleta Tirk erebeyek li nêzî Kampa Newroz a koçberan bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê birîndar çêbûne.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê Hêzên Asayîşê tu daxuyaniyeke fermî nedaye.

Dewleta Tirk ji destpêka salê de, bêhitrî 60 carî bi balafiran êrişî herêmê kiriye û di encamêde de bi dehan kes şehîd û birîndar bûne.

Back to top button