Ciwanên Tebqa,Minbic û Helebê li dijî êrişên Dewleta Tirk derketin .
Ciwanan piştgiriya xwe bi bi QSD’ê re nîşan da û tekez kirin ku ew amade ne li hember êrişan bisekinin .
Ciwanên Minbicê li dijî êrişan meşeke meşalayan li darxist ..
Di maşê de endama Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Emîne Osman axivî ..
Emîne Osman bêdengiya Rûsya û Amerîka ya li hember van êrişan şermezar kir.
Her wiha bang li pêkhateyên herêmê ku li pişta Rêveberiya Xweser û QSD’ê bin …
Ciwanên Tebqa yê jî meşek bi meşaleyan li dar xist..
Ciwanan teqez kir ku ew ê heta dawiyê bi QSD’ê re bin ..
Ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi heman ermancê daketin qadan ..
Endama Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Sewsen Ismaîl di meşê de axivî..
Sewsen destnîşan kir ku azadî biha ye û gel amade ye ku fedakariyê bike.