Cenazeyê 3 gerîlayên HPG’ê radestî malbatên wan kirin

Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Şehmûs Aykol, Ahmet Demîr û Muhammed Fûad Nûsret radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê gerîlayên HPG’ê Şehmûs Aykol (Serxwebûn Amed), Ahmet Demîr (Avareş Pirsûs) û Mûhammed Fûad Nûsret (Raman Sine) radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên her sê şehîdan di 3’yê Tîrmehê de ji bo wergirtina cenazeyan serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dan.

Piştî testa DNA’yê ya ferdên malbatan û cenazeyan li hev derketin cenaze îro radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyê Şehmûs Aykol ber bi Amedê, yê Ahmet Demîr ber bi Pirsûsa Rihayê ve hatin birêkirin.

Cenazeyê Muhammed Fûad Nûsret jî piştî destûra dozgeriyê dê li Taxa Ormanê ya Gever a Colemêrgê bê veşartin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku her 3 şehîd li Çiyayê Sipêrêzê yê Geverê şehîd bibûn.

Back to top button