Şaredariya Qamişlo sîtêrên avê şandin Hesekê

Şaredariya Qamişlo ji bo şêniyên Hesekê sîtêrên avê şandin Hesekê.

Li Hesekê krîza avê hîn jî dewam dike.

Êdî her bajarek destwerdanê dike û li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêş dike.

Şaredariya Qamişlo vê sibehê bi dehên sîtêrên avê ji Qamişloyê ber bi Hesekê ve şandin.

Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo bi vê gavê rabûye.

Hate ragihandin ku wê Qamişlo her car li gor derfetên xwe vê yekê bike.

Şêniyên bajêr li ser vê gavê jî spasiya xelkên Qamişlo kirin.

Ji Qamişlo tankerên avê ji bo Hesekê hatin şandin

Back to top button