Rêveberiya Xweser Encamnameya êrişên dagirkeriya Tirkiyê eşkere kir

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke çapemeniyê encama êrişên dagirkeriya Tirkiyê eşkere kir.
Rêveberiyê got ku bi dehên stasyonê kehrebe, petrol û saziyên jiyanê hatine armanckirin û 6 welatî birîndar bûne.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a eşkerekirina encama êrişên dagirkeriya Tirkiyê wiha ye:

Bi salane ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me şerê qirkirinê dimeşîne û reftarên êrîşkar li dijî gelên me pêk tîne.

Bi vê yekê hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike û gelek caran sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne.

Ev êrîşên hovane yên ku dewleta Tirk pêk tîne ne li gorî tu hinceta ne û tu urf û qanûnan di ber çavan re derbas nake.

Dewleta Tirk di êrîşên xwe de siyaseta erda şewitandî û wêrankirina herêmê, bikar tîne.

Da ku wê bike çavkaniya şerê dîrokî ku bi salan dewam bike mîna rewşa dewleta Osmanî û hikumetên li pey hev ên desthilatdariya faşîst a li Tirkiyê.

Erka welatparêzî ya sûrî û exlaqî û mirovî ya tevahî hêzên çalak li Sûriyê, rêxistin û aliyên hiqûqî û mirovî ye ku metirsiyên van êrîşên ku li dijî herêmên me têne kirin, encamên wan ên neynî û bandorên wan ên herêmî û navneteweyî nas bikin.

Ev êrîş di nava dorpêç û terora ku gefan li herêm û tevahî cîhanê dixe, têne kirin û derfetên çareserî û aramiyê qut dike.

Ev jî rêya qiririn û hilweşandiyê û hedefgirtina nirx û exlaqên civaka navneteweyî li ser erdnîgariya herêmên me ye ku li dijî terorê şer dikin û hewl didin wê bidawî bikin.

Her wiha hedefgirtina yekitî, serweriya Sûriyê û saziyên xizmetguzariyê li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Em dixwazin encamnameya êrîşên dewleta Tirk ku ji 12`ê Çileyê ve û destpê kiriye û heta van kêliyan didome li gorî serjimariya hatiye komkirin bi we re parve bikin û ew jî 73 êrîş in û ew jî wiha ne:

  • Artêşa Tirk a dagirker 7 caran stasyonên petrolê bombebaran kir.

Li gorî Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê ku 5 navend hatin bombebarankirin û ew jî bi vî awayî ne:

  1. Stasyona Siwêdiyê ya girêdayî herêma Dêrikê zêdetir 10 caran bi moşekên hewayî hate bombebarankirin û di encama wê de ziyanên mezin di stasyonê de çêbûn.
  2. Stasyona Ode ya petrolê ya girêdayî navçeya Tirbespiyê 3 caran hate bombebarankirin.
  3. Stasyona Parzûngeha Tifle ya girêdayî herêma Dêrikê du caran hate bombebarankirin û di encama wê de ziyanên mezin di parzûngehê de çêbûn û bi temamî ji warê xizmetê derket.
  4. Parzûngeha Girê Pirê ya girêdayî navçeya Tirbespiyê hate topbarankirin û di encama wê de ziyanên mezin têde çêbûn.
  5. Artêşa Tirk a dagirker depoyên sererastkirina zeviyên petrolê û stasyona kehrebeyê ya li bajarokê Rimêlan ê girêdayî herêma Dêrikê jî topbaran kir.
  • Girêdayî stasyonên kehrbeyê, li gorî Nivîsgeha Enerjiyê artêşa Tirk a dagirker 7 caran êrîş pêk bîn û ew jî bi vî awayî ne:
  1. Kobanê: Artêşa Tirk a dagirker du caran stasyona kehrebeyê bombebaran kir û di encama wê de kehrebe ji ser zêdetir 400 gundî hate qutkirin.
  2. Eyn Îsa: Di encama topbaranê de kehrebe ji ser navenda navçeyê û zêdetirî 250 gundî hate qutkirin.
  3. Amûdê: Di encama topbaranê de kehrebe ji ser bajêr û 90 gundî hate qutkirin.
  4. Tirbespiyê: Di encama topbaranê de kehrebe ji ser bajêr û 190 gundî hate qutkirin.
  5. Qamişlo: Jenetor û stasyonên kehrebeyê gelek caran hate topbarankirin û di encama wê de kehrebe ji ser zêdetirî ji sedî 70`yî jib ajar û gundewarên wê hate qutkirin.
  6. Dirbêsiyê: Stasyona kehrebeyê ya navçeyê îro di saetên sibê de hate topbarankirin û di encama wê de kehrebe ji ser bajar û gundewarên wê hate qutkirin.
  • Her wiha li gorî daneyên Desteya Hundirîn ku artêşa Tirk a dagirker 5 nuqteyên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (3 li Kantona Cizîrê û 2 jî li navçeya Eyn Îsa) topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker di nava 48 saetên dawî de 45 sazî û malên sivîlên topbaran kir.

Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 6 welatî birîndar bûn (2 li navçeya Amûdê û 4 li navçeya Dirbêsiyê).

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundewarên navçeya Til Temir, gundewarên bajarê Minbicê, Kantona Şehbayê jî topbaran kir. Heta niha agahî derbarê ziyanên ku çêbûne nehatine bidestxistin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker îro 7 gundên navçeya Zirgan a girêdayî Kantona Cizîrê topbaran kir.

Em teqez dikin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên hovane dê negihîje armancên xwe. Ji ber ku îrade û biryara gelê me ku em hêza xwe jê digirin têrê dike ku hemû pilan û siyasetên li dijî herêmên me têne kirin, têk bibe.

Di dawiyê de em bang li gelê xwe yê berxwedêr bi hemû pêkhateyên wê dikin ku li hember siyasetên dewleta Tirk ên dijminahî ku li dijî herêmên me têne kirin, helwestên xwe bidomînin.

Bersiva gelê me di beşdarbûna merasîma şehîdan de û daketina wan ji qadan re, zelal bû ku ev êrîş red kirin.

Ji ber wê jî divê em bi hevre têkoşîn û berxwedana xwe li hember komkujî û wêrankirina ku li dijî gel û herêmên me têne kirin, bilind bikin.

Back to top button