Hevseroka MSD’ê Emîna Umer li bajarê Hesekê tevlî civîna ciwanan bû û êrîşên li dijî herêmê nirxand.
Emîne Umer diyar kir ku pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tevî hemû êrîşan bi berxwedana dîrokî, destketiyên şoreşê diparêzin.
Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo nirxandina rewşa dawî û êrîşên li dijî herêmê ji ciwanên Hesekê re civînek lidarxist.
Hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê Emîna Umer û cîgirê Hevserokatiya MSD’ê Gabriyêl Şamûn di civînê de amade bûn.
Emîna Umer diyar kir ku dewleta Tirk li ber çavên cîhanê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrîşên xwe yên dagirker dewam dike û hemû qanûnên navnetewî bin pê dike.
Emîne Umer hişyarî da ku eger dewleta Tirk a dagirker hemû planên xwe yên guhertina demografîk pêk bîne û şêniyên resen koçber bike ev wê karesateke mezin bi xwe re bîne.
Hevseroka MSD’ê destnîşan kir ku tevî hemû êrîş û zehmetiyên ku rû dane pêkhateyên herêmê xwedî li projeya Rêveberiya Xweser derketine û bi yekîtî û berxwedanê nirxên şoreşê parastine.
Hevseroka MSD’ê Emîna Umer anî ziman ku QSD’ê mafê gel diparêze û bang li ciwanan kir ku destekê bidin QSD’ê.