Şandeya Danîmarkî çû serdana saziyên sivîl û leşkerî

Şandeya Danîmarkî ku hatibû Qamişlo, çû serdana gelek saziyên sivîl û leşkerî û piştgiriya xwe ya ji Rêveberiya xweser re diyar kir.

Şandeya Danîmarkî ku ya di bin serokatiya parlamentera Danîmarkî Sunder Surin de îro jî çû serdana Heyva Sor a Kurd.

Di serdanê de Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê şehîdxistina xebatkarên tendûristiyê û bikaranîna çeka kîmyewî a fosfora spî ya dewleta Tirk bibîrxist.

Şandeyê paşê li Amûdê çû serdana boruya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û bi hevseokê meclisê re civiya.

Hevserokê Meclisa Rêveber Tilet Yûnis diyar kir ku divê Yekîtiya Ewrûpayê û Danîmarkê rê li ber êrîşan bigirin û ji bo misogeriya vegera ewle ya koçeran bikevin nav hewldanan.

Şandeya Danîmarkî çû serdana Navenda Têkiliyên Giştî ya YPJ’ê jî.

Şandeyê ji aliyê berdevka YPJ’ê Nisrîn Ebdullah û Fermandara Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Lîlwa El-Edelha ve hat pêşwazî kirin.

Endamê parlemana Danîmarkayê Sunder Surin jî piştgiriya xwe ya ji rêveberiya xweser re anî ziman û diyar kir ku wê ji hikûmeta Danîmarkayê re rewşa herêmê û daxwazên wan ragihînin.

Leave a Reply

Back to top button