Hikûmeta Wîfaqê ya Libyayê ji Tirkiyê piştgirî xwest

Hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê ya di bin serokkatiya Fayîz El-Serac de ji dewleta Tirk xwest ku piştgiriya lojistîk bide wan.

Piştî lihevkirina di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê de, Erdogan diyarkir ku ji bo piştgiriya hikûmeta Wîfaqê her amade ne.

Li gorî çepemeniya Lîbyayê îro jî hikûmeta Wîfaqê ya di bin serokkatiya El-Serac de, bi awayekî fermî daxwaz ji Tirkiyê kir ku piştgiriya lojistîk bide wan.

Li hemberî vê yekê Fermandarên Artêşa Wetenî ya Lîbyayê, Xalid El-Hemcûb diyar kir got ku ger Erdogan hêzên xwe bişîne Lîbyayê wê di şer de serketî dernekeve.

Li aliyek din, Serokê Misrê El-Sîsî û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi telefonê derbarê rewşa dawî ya Lîbayê axivîn.

El-Sîsî got ku komên terorîst yên li Lîbyayê ji bo herêma Rojhilata Navîn gefek in.

Angela Merkel teqez kir ku daxwaza wan ew e ku çareseriyeke siyasî giştî ji bo Lîbyayê derkeve holê û ji bo vê xebatên hevbeş pêk werin.

El-Sîsî doh jî li ser heman mijarê bi serokwezîrê Brîtanya Johnson re axivîbû û diyarkiribû destwerdana aliyên derve karûbarên Libyayê asteng dike.

Leave a Reply

Back to top button