Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo

Pêngava komkirina îmzeyan ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li herêmê hatiye destpêkirin, dewam dike.
Li Qamişlo, Tirbespiyê, Minbic û li gelek deverên din îmze hatin komkirin.
Xelkê herêmê jî diyar kirin ku ew ji bo azadiya Rêber Apo amade ne her tiştî bikin.

 

Ji 9’ê Sibatê ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îmze têne komkirin.

Îro li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê bi coş şêniyan îmzeyên xwe dan.

Komîteyên ku îmze kom dikirin bi dilgermî ji aliyê şêniyan ve hatin pêşwazî kirin.

Li navçeya Tirbespiyê jî komkirina îmzeyan di roja xwe ya 9’an dom kir.

Komîteyên hevbeş ên ji komîn û meclisan pêk tên, îro li Til Marûfê îmze kom kirin.

Her wiha ji seatên sibehê ve li Çilaxa û gundewarên wê jî îmze hatin komkirin.

Welatiyên navçeya Çilaxa ku îmzeyên xwe dan derbarê pêngavê de axivîn.

Welatiyê bi navê Elî Receb got:

“Projeya Rêber Apo a netewa demokratîk a biratiya gelan bû sedema aramî, ewlehî û azadiya gelê vê herêmê.

Ji ber vê yekê û ji bo azadiya Rêbertî ez amade me her tiştî bikim.

Kerîma Mihemed jî diyar kir ku Rêber Apo rêberê yekane bû ku rê li ber jinan vekir û di ramanên xwe de cih da pirzgirêkên jinan û wiha anî ziman:

“Bêyî azadiya Rêber Apo aştî û edaletî li cîhanê pêk nayê.”

Li Minbicê jî komîteyên komkirina îmzeyan kar û xebatên xwe dewam kirin.

Şêniyên ku îmzeyên xwe dan wiha gotin:

“Em şêniyên Minbicê bi girseyî berê xwe didin îmzekirina daxwaznameya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Beşdariya me ji vê pêngavê re nîşana girêdana me ya xurt bi Rêber Apo ve ye.

Pêngava komkirina îmzeyan li Minbicê dest pêkir

Back to top button