Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê panêlek li ser tundiya li dijî jinan li dar xist

Bi diruşma”Em ji zewaca biçûkan re dibêjin na” Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê, panelek li dar xist. 

Bi sedan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Kongreya Star beşdarî panelê bûn.

Di panêlê de şêwe û sedemên tundiya li dijî jinan eşkere kirin û gelek pêşniyar ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan û zewaca temen biçûkan hatin kirin.

Piştre endama Rêveberiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Medya Yûsif diyar kir ku jin ji berê de civakê bi rê ve dibe û rola wê ya girîng di tevahî aliyan de heye.

Her wiha Endama koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Başoda zanîn ku jinan di Şoreşa Rojava de roleke sereke lîst, civak pêş xist û hişmendiya mêran guhart.

Di dawiyê de bang li hemû jinan hate kirin ku çalakiyên xwe li himber siyasetên desthilatdar yên ku vîna wan asteng dike berdewam bikin da ku civakeke biewle û pêşketî ava bikin.

Back to top button