Dagirkeran 6 sivîl ji gundên navçeya Mabatayê revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk, 6 sivîl ji gundên navçeya Mabatayê revandin.

Çavkaniyên ji navçeya Mabatayê ragihand ku, îro çeteyên dewleta Tirk êrîşî gundê Mîrkanê kir û 5 kes ji şêniyên gund, di nav de jinek jî hebû, revandin.

Çavkaniyeke din jî, diyar kir ku çeteyan welatiyê bi navê Seleh Şikrî Ebdo ji şêniyên gundê Korzêlê revand.

Heta niha çarenûsa kesên revandî nehatiye diyarkirin.

Duh jî, li gorî agahiyên Malpera Efrîn Post, hovên Tirkiyê li gundên Cindirêsê, 65 darên zeytûnan û nêzî 35 darên hinar û mişmişan jî, birîn.

Back to top button