Luqman Îsa: Berî dagirkirina Serê Kaniyê malbatên Iraqî li wir tune bûn

Hevserokê Şaredariya Gel a Serê Kaniyê Luqman Îsa daxuyand ku beriya dagirkirina Serê Kaniyê malbatên Iraqî li wir tune bûn. Îsa da zanîn ku ev malbat di Tirkiyê re derbas bûne û niha nasnameyan didin wan, armanca sereke jî, guhertina demografiya herêmê ye. 

“Beriya dagirkirina Serê Kaniyê malbatên Iraqî li wir tune bûn.”

Hevserokê Şaredariya Gel a Serê Kaniyê Luqman Îsa vê yekê dibêje û destnîşan dike ku malbatên niha nasnameyan didin wan, di Tirkiyê re derbasî Serê Kaniyê bûne.

Berî çend rojan, Meclisa Herêmî ya girêdayî dewleta Tirk li bajarê Serê Kaniyê biryarek ji bo derxistina nasnameyan ji penabarên Iraqî re dabû.

Ev yek di çarçoveya hewldanên dagirkeran ên guhertina demografiya herêmê de pêk tê.

Luqman Îsa da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji bicihkirin û çêkirina nasnasmeyan ji van penaberan re, ku tevlî çeteyên DAIŞê bûn;

guhertina demografiya herêmê û hevkariya bi çeteyên Artêşa Nîştimanî re ye.

Îsa dibîne ku ev hewldanên Tirkiyê li herêmên dagirkirî, ji bo balkişandina raya giştî ye, ku li herêmên di bin serweriya wan de jiyaneke hevbeş di navbera gelan de heye.

Divê hêzên navnetewî guhertina demografiya Serê Kaniyê rawestînin

Hevserokê Şaredariya Gel a Serê Kaniyê Luqman Îsa bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku destwerdanê bikin û guhertina demografiya Serê Kaniyê rawestînin.

Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bajêr derxin û şêniyên wê yên resen ku hatin koçberkirin, li cih û warên wan vegerînin.

Ev rewş li Efrînê jî berî niha hatiye dîtin û hîna berdewam e û heta niha li şûna şêniyên resen ku rêjeya wan kêmî 10% bûye, malbatên çeteyan ji her deverê tên bicihkirin.

Back to top button