Şêniyên Qamişlo û Kobanê perwerdeya bikaranîna çekê dibînin

Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo û ciwanên kobanê destnîşan kirin ku wan li gor şerê gel ê şoreşgerî xwe amade kirine, û bang li şêniyên herêmê kirin ku tev li perwerdeyên bikaranîna çekan bibin û welatê xwe biparêzin.

Piştî ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, şênî û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo li hember êrişan li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin berê xwe didin perwerde û dewreyên parastinê.

Malbatê şehîdan ên bajarê Qamişlo jî di vê perwerdê de cih digrin û dibêjin:

“Eger em îro xwe perwerde nekin û tedbîr negirin, em ê sibe bikevin destê dijmin.

Divê em ji her qonaxekê re amade bin”

Her wiha ciwanên kobanê jî bi heman armancê dewreyeke perwerdeyê ji bo perwerdekirina şêniyan da ku bikaribin axa xwe biparêzin û pişgiriya hêzên xwe bikin vekirin..

Back to top button