Li kolombiya..ji ber lehî û şemitîna axê 80 kes mirin

Li Kolombiya ji meha Adarê ve baranek zêde dibare.
Barana ku li seranserî welat dibare, bû sedema şemitîna axê.
Heta niha 80 kes mirine û 10 kes jî winda ne.

Li gorî rapora herî dawî ya Yekîneya Rêvebiriya Rîska Afatê ya Neteweyî (UNGRD) herî zêde herêmên Cundinamarca, Antioquia û Santander ji barana zêde û şimitîna axê bandor bûne.

Ji meha Adarê ve di encama lehî û şimitîna axê de, 80 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî winda bûn.

Bi giştî 418 bajarok ji ber barana zêde zirareke mezin dît.

Li van herêman ji ber barîna baranê û şimitîna erdê 16 hezar û 295 xanî xera bûne.

Li gorî raporê, ji ber karesatê 730 rê, 72 pir, 37 deriyên peyayan, 90 kanal, 37 kanalîzasyon, 108 saziyên perwerdeyê û 7 navendên tenduristiyê zirar dîtine.

Li Kolombiyayê her sal lehî û şimitîna axê ya ji ber barana zêde dibe sedema mirina gelek kesan û xisareke mezin.

Back to top button