Li Parîsê ji aliyê bi sedan kesî Komploya navdewletî ve hat şermezarkirin

Li paytexta Fransa Parîsê Komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêber Ocalan hatin şermezarkirin.

 

Bi pêşengiya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistaniyan li Parîsê çalakiyek li dar xistin.

Bi sedan kurdistanî û dostên xwe li pêşiya avahiya Şaredariya Parîsê li hev kom bûn û bi silogana “Azadî ji Ocalan re” qîriyan.

Ji hunermendên TEV-ÇAND a Parîsê Mahmût Han di çalakiyê de komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û diyar kir ku heta rêber Ocalan ji aliyê fîzîkî azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Her wiha di çalakiyê de ji bo meşa roja Şemiyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê hat kirin.

Back to top button