Tirkiyê yekem sîstema parastina asîmanî da Wîfaqê

Piştî desteka eşkere û destwerdaneke ber bi çav, Dewleta Tirk vê carê “sîstema parastina ezmanî” firot hikumeta Wîfaqê da ku li dijî Artêşa Niştîmanî ya Lîbî bi kar bîne.

Li gorî televezyona “El-Erebiyê” li kêleka radestkirina qaseyeke mezin ji çekan û avakirina kampên perwerdê û odeyên operasyonê, Hikûmeta Wîfaqê yekem pergala parastina asîmanî ji Tirkiyê wergirt..

Destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê
Keşteyên şer ên Tirkiyê gihaştin beravê Terablusê

Di heman çarçoveyê de Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbî, Ehmed El-Mismarî, eşkere kir ku keştiyên şer yên Tirkiyê gihiştin berava Terablusê û dîmenê çekan di hindirê wan de jî, belav kir.

Alzoiya Lîbyayê
“NY” li ser girêdana aliyan bi agirbesta li Lîbyayê teqez kir

Li gorî Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî ji bo Lîbyayê, Xesan Selame jî piştî biryara agirbestê heya niha 110 binpêkirin pêk hatine û di du rojan li Terablusê de 4 zarok hatine kuştin.

Back to top button