Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehba û navenda Til Rifetê topbaran kir

Artêşa Tirk navenda navçeya Til Rifet û 2 gundên Şehbayê topbaran kir. 

Îro serê sibê artêşa dewleta Tirk navenda navçeya Til Rifet topbaran kir.

Hate ragihandin ku di encama vê topbaranê de zêdetirî 10 guleyên obîsê li herêmê ketine.

Hemwextê vê êrişê artêşa dagirker gundên Hesacik û Wehşiyê yên Şehbayê jî bi dijwarî topbaran kir.

Ev êriş rojane tên kirin.

Yên ku dibin qurbanên van êrişan jî sivîl in.

Back to top button