Ermenistan: Vê demê çareseriyeke dîplomatîk ne pêkan e

Serokwerzîrê Ermenistanê Nîkol Paşniyan da xuyakirin ku ne pêkan e ji bo şerê Qerebaxê ti çareseriyeke dîplomatîk pêk were û bang li xwebexşan kir ku çeperên şer bigirin.

Hemwextî serdana Wezîrê Derve yê Ermenistan û Azerbaycanê bo Moskoyê, Paşinyan li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku niha nîqaşkirina çareseriyeke dîplomatîk bo Qerebaxê, bêwate ye.

Nîkol Paşniyan destnîşan kir ku Azerbeycan pêşniyarên Ermenistan ên çareserkirina aloziyê napejirîne û ji bilî radestkirina herêma Qerebaxê, ti çareseriyan qebûl nakin.

Serokwezîrê Ermenîstanê teqez kir ku ew ê ji bo serkeftinê, yekîneyên xwebexş ava bikin.

Duh Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskoyê digel hempîşeyê xwe yê Ermenistanî û Azerbeycanî civiya.

Civîn, bi armanca aramkirina tengijîna di navbera her du aliyan de bû.

Sibe jî her du wezîr wê li Waşingtonê rûnin.

Back to top button