136 rewşên nû li herêmê hatin tomarakirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, ragihand ku 136 kesên din bi vîrûsa coronayê ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Li kêleka van rewşan, desteyê diyar kir ku 12 kesên din ji vîrûsê baş bûne.

Bi vê yekê re, jimara pêketiyan li herêmê gihişt 3 hezar û 387 kesî, ji wan 104 kes ji ber vîrûsê mirine, û 658 kes rehet-bûne.

Li herêmên hikûmeta Şamê pêketina 44 kesên din bi vîrûsê hat ragihandin

Li herêmên hikûmeta Şamê jî pêketina 44 kesên din bi vîrûsê û mirina 3 kesan hat ragihandin.

Bi van daneyên nû re jî, li van herêmên navborî heya niha 5 hezar û 224 kes bi coronayê ketine, ji wan hezar û 629 baş bûne û 257 mirine.

Back to top button