Şêniyên Tirbespiyê: Bi hevgirtina xwe em ê xaka xwe biparêzên

Şêniyên gundên navçeya Tirbespiyê derbarê hewldanên derxistira fitne û tevliheviyê yên li herêmê, nerînên xwe bi par ve kirin. Şêniyan diyar kir ku bi hevgirtina civakî û jiyana hevbeş a gelên herêmê, ev hewldan têk çûn. Şêniyan teqez kir ku dîroka hevbeş a pêkhateyên herêmê, ji hewldanên wan mezintir e.

Ev demek e, hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker di nava hewldanên tevliheviyê de ne û dixwazin tevna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi xwîna şehîdên wan hatiye ristin, veçirin.

Lê roj bi roj diyar dibe ku bi hevgirtin û yekîtiya gelên herêmê, ev hewldan cihê xwe nabînin.

Şêniyekî pêkhateya Suryan, Semîr Keta ku li gundê Til Cihan ê Kurd û Suryan tê de dijî, hevkariya şêniyên gund di her warî de tîne zimên.

Keta dibêje ku ev yek jî piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê hîn xurttir bû.

Kurdê bi navê Ebas Şêxî jî yê ji gundê Şelhûmiye li bakurê navçeya Tirbespiyê, ku beşekî erdê xwe bi dildarî daye Suryanan da ku dêreke nû ava bikin, wiha dibêje:

Tê zanîn, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi pirrengiya xwe ya çandî û nijadî tên naskirin, ku gelek pêkhate, mîna Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermen lê dijîn û piştî aloziyê, ji hevgirtina wan li dijî van hewldanên tevliheviyê diyar dibe ku wê her û her van hewldanan pûç bikin.

Back to top button