Leyman Şiwêş: Ev lihevkirin li dijî vîna Şengaliyan ne

Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Leyman Şiwêş jî destnîşan kir ku ev lihevkirin li dijî vîna gel û jinên Êzidî ye, lewra ew ê bo parstina vîna Şengalê çalakiyan berfireh bikin. Êzidiyên navçeya Dirbêsiyê jî anî ziman ku divê civaka Êzidî çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.

Nûnera şandeya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Leyman Şiwêş têkildarî plana nû ya li ser Şengalê de axivî û destnîşan kir ku armanc jê, pêkanîna komkujiyan li dijî Êzidî û jinên wan e.

Leyman Şiwêş bi bîr xist ku li gel bêdengiya Amerîka siyasetên dewleta Tirk li dijî gel û planên navbera PDK û Bexdayê de dubare dibin.

Leyman lehengiya şervanên YBŞ’ê yên Şengalî ji qirkirin û komkujiyên 2014’an parast, raxist ber çavan û teqez kir ku ev lihevkirin û siyaset, YPŞ û rêveberiya Şengalê dikin armanc..

Leyman Şiwêş: Li şûna van planan rêveberî û hêza Şengalê nas bikin

Nûnera şandeya Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê diyar kir ku ew ê bi awayekî çalak ji bo parastina vîna gel û jina Êizdî bixebitin.

Êzidiyên Dirbêsiyê: Divê civaka Êzidî çarenûsa xwe diyar bike

Êzidiyên navçeya Dirbêsiyê jî ev peyman weke komployeke nû li dijî Şengalê pênase kir û anî ziman ku divê civaka Êzidî çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.

9’ê Cotmeha borî PDK û hikumeta Bexdayê, tevî Tirkiye û Amerîkayê, bêyî nêrîna şêniyên Şengalê bigirin, peymanek der barê birêvebirina Şengalê de îmze kir.

Ew peyman, piştî serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê hat îmzekirin. Li dijî vê plana nû ya li ser Şengalê ji wê demê û heya niha bertek û nerazîbûnên gel zêde dibin.

Back to top button