PAD: Em peymana PDK-Bexdayê qebûl nakin, wê pêkanîna wê zehmet be

Nerazîbûna û hêrsa gelê Şengalê li hember peymana PDK-Bexdayê, her ku diçe, zêdetir û gurtir dibe. Serokê PAD’ê Umer Salih Birahîm ev peyman red kir û da xuyakirin ku hemû hêzên li Şengalê fermî û girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê ne. Umer Birahîm rewabûna hêzên Şengalê da û teqez kir ku wê ev plana nû bi ser nekeve.

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan “PAD” Umer Salih Birahîm der barê peymana PDK-Bexdayê de axivî.

Umer Salih Birahîm li ser navê partiya xwe ev peyman red kir û got:

“Li gorî me, ev peyman wê pêk neyê, ji ber ku Şengaliyan li ber xwe daye û zehmetî kêşaye.

Şengaliyan tenê nehişt ku DAIŞ çiyayên Şengalê dagir bikin.”

Xelkên Şengalê peymana PDK-Bexdayê qebûl nakin.

Weke bersiv ji gotinên PDK yên dibêjin ku hêzên li Şengalê ne fermî ne, Umer Birahîm, hemû hêzên li wir, fermî û rewa nîşan da, ku YBŞ, YJŞ, Heşda Şebî û tevahî hêzên din, girêdayî hikûmeta Iraqê ne.

Serokê PAD’ê Umer Birahîm bal kişand ser angaştên nearambûna Şengalê jî û got:

“Di dema hêzên PDK’ê de, Şengal ne aram bû.

Di dema êrîşa DAIŞ’ê de, hemû pêşmerge reviyan û Êzidî bi tenê hiştin.

Niha Şengal aram e, lê aliyên lihevker dixwazin rewşa vegerînin weke berê.”

Umer Salih Birahîm anî ziman ku:

“9 Cotmeha sala 1998’an li dijî Rêber Ocalan komployeke navneteweyî dest pê kir.

9 Cotmeha 2019’an jî dewleta Tirk Serê Kanî û Girê Spî dagir kirin.

Niha jî bi heman awayî, peymana reş li ser Şengalê hatiye îmzekirin.

Ev yek nîşan dide ku li pişt wê peymanê biryara Tirkiye û hêzên hegemon neye.”

Back to top button