Ekrem Hiso: Komxebatên MSD’ê di vê qonaxê de girîng û pêwîst in

Serokê berê yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ekrem Hiso destnîşan kir ku nêrînên di komxebatên MSD’ê de hatine pêşniyarkirin, divê bi awayekî pratîkî di kar û xebatên Rêveberiya Xweser de pêk bên. Hiso, beşdarbûna hemû pêkhateyan weke nameyek xurt bo rejîm û opozîsyona Sûrî nîşan da.

Ev demek e MSD’ê ji bo lidarxistina kongreyek netewî ya hemû pêkhateyên herêmên Cizîr û Firatê di nava amadekariyan de ye.

Armanc ji vê kongreyê, beşdarbûna pêkhateyan di Rêveberiya Xweser de xurtir bibe û rêveberî ji hêviyên gel re bibe bersiv.

Bi vê armancê jî, MSD’ê ji 11’ê Îlona borî û heya niha bi beşdariya hemû beşên civakê, li herêmê 9 komxebat li dar xistine.

Serokê berê yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ekrem Hiso ku beşdarî gelek komxebatan bûye derbarê wan de axivî.

Ekrem Hiso hewldanên MSD’ê ji bo çalakkirina Rêveberiya Xweser, rastkirina şaştiyan û kêmasiya di rêveberiyê de, gaveke sereke û mezin dît.

Ekrem Hiso dibêje:

“Ev destpêşxeriya MSD’ê ya bi hevkariya Rêveberiya Xweser, rê li pêş beşdarbûna çalak a li ser esasê wekheviya di navbera hemû pêkhateyên siyasî, civakî, nijadî û olî de vekir.

Ji lewra, ev yek ji gavên sereke, girîng û pêwîst e di vê qonaxê de, ku dê bibe bingeha avakirina Sûriyeke nû ya ji bo hemû gelên Sûriyê.”

Ekrem Hiso: Beşdarên komxebatê nameyeke siyasî ya xurt da her kesî

Der barê beşdarbûna hemû pêkhateyan di komxebatên MSD’ê de jî, Hiso ew weke nameyeke siyasî ya xurt bo rejîm û opozîsyona Sûriyê ya hundirîn û derve nîşan da.

Ekrem Hiso destnîşan kir ku hemû beşdarên komxebatan, li ser berfirehkirina beşarbûna siyasî û civakî di Rêveberiya Xweser de li hev kiriye.

Her wiha li ser çalakkirina saziyên Rêveberiya Xweser bi şêweyekî baştir jî erê kir.

Ekrem Hiso: Divê nerînên komxebatê di desteyên Rêveberiya Xwseer de pêk bên

Li gorî Ekrem Hiso, guhdarîkirina nêrînan tenê ne bes e, divê nêrînên hatine pêşniyarkirin, bi awayekî pratîkî di kar û xebatên Rêveberiya Xweser de pêk bên.

Piştî 6 salan, Rêveberiya Xweser, dupat kir ku projeya wan projeyeke neteweyî û ji bo hemû gelên Sûriyê ye.

Back to top button