Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî QSDê, hêza herî bilind a li herêmê bi nav kir.
Di hevdîtineke li gel kovara Foreign Policy ya Amerîkî de, Mezlûm Ebdî teqezî li ser rola hêzên xwe ya xurt kir û Rûsya weke mêvana hêzên QSDê nîşan da.
Ebdî dibîne ku Mosko hewl dide lingê xwe bi rêya avakirina gelek baregehan li Bakur û Rojhilatê Sûrî, li herêmê rade û pêkanîna vê yekê jî dûr dibîne.
Fermandarê Giştî rasterast Rûsya bi tevliheviyên li herêmê jî tawanbar kir, ku çi qas xwe weke navbeynkarê navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê dibîne jî, lê naxwaze tiştekî wisa li ser erdê pêk were.
Mezlûm Ebdî her wiha diyar kir ku, ew dixwazin bibin beşekî Artêşa Sûriya Pêşerojê, ne hêza heyî.