Berpirsên MSD’ê: Hevgirtina Kurd û Ereban wê aloziya Sûriyê çareser bike

Endamê nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Xelîl Ebdê û Endama Nivîsgeha Jin a MSD’ê Debiya El-Nasir li ser giringiya hevgirtina Kurdî-Erebî nirxandin kirin. Her du berpirsan tekez kirin ku MSD’ê di çareseriya aloziya Sûrî de aktorekî sereke ye.

25’ê mehê Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê ya Misirê der barê girîngiya têkiliyên Kurd û Ereban Forumek bi rêya Zoomê li dar xist.

Der barê mijarê, Endamê nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Xelîl Ebdê eşkere kir “Koka têkiliya Kurdî – Erebî kûr e û sîstemên desthilatdar beriya niha di derxistina tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de rol lîstin.”

Xelîl Ebdî anî ziman “Di van demên zehmet de ku herêm bi giştî tê re derbas dibe girîngiya hevgirtina pêkhateyên gelê Sûriyê derdikeve holê û ev hevgirtin dikare rê li ber çareserkirina aloziyê veke.”

Debiya El-Nasir ku Endama Nivîsgeha Jin a MSD’ê ye jî îşaret bi hevgirtina Erebî – Kurdî kir û anî ziman “Her du pêkhateyên Sûriyê destpêka aloziyê ve zehmetî kişandin.”

Debiye xwest aloziya Sûriyê bi rêya hevgirtina pêkhateyan çareser bibe û tekez kir rola vê hevgirtinê di çareserkirina dozên li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn wê mezin be.

Têkiliyên Kurd û Ereban ku beriya niha ji ber siyasetên hêzên herêmî û navdewletî lewaz bibûn, bi saya projeya netewa demokratîk ji nû ve zindî dibe û xurtir dibe.

Back to top button