Banga tevlêbûna Newroza Qendîlê hat kirin

Li başûrê Kurdistanê jî coşa Newrozê dewam dike. Ji bo pîrozbahiyên Newrozên Kerkûk û Mexmûrê amadekarî tê kirin û ji bo Newroza Qendîlê jî banga tevlêbûnê hat kirin.

Li başûrê Kurdistanê coş û kelecana Newrozê dewam dike û amadekariyên pîrozbahiyan tên kirin.

Gelê Başûr xwe ji bo Newroza Qendîlê amade dike û ji bo tevlêbûnê jî bang tên kirin.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniyê Şehên Mihemed û Çalakvana Siyasî Dilgir Bekir Newroza 2022’an li gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz pîroz kir û gotin: “Ji bo azadiya gelê Kurd û parastina destkeftiyên Kurdistanê bang li gelê Kurd dikin ku werin agirê Newrozê li Qendîlê pêxin û Newrozê pîroz bikin.”

Hunermendê ji Başûrê Kurdistanê Luqman Selîm jî ku wê tevlî pîrozbahiya Newroza Qendîlê bibe diyar kir her tim Newroz ji bo Kurdan bûye peyamek a yekîtiyê.

Luqman bang li herkesê kir ku tevlî pîrozbahiya Newroza Qendîlê bibin.

Wê 8 hunermendên navdar û koma hunerê ya Şengalê Jî tevli pîrozbahiyê bibin.

Serokê Nivîskarên Jenosîda Kurd Salar Mehmûd jî bang li hemû kesî kir ku Newrozê li Qendîlê pîroz bikin û got, “Qendîl ji bo me sembolek dîrokî ye.”

Salar Mehmud derbarê girîngiya Newrozê de got: “Newroz roja nûbûn û azadiyê ye, ji bo gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî ji bo gelê Kurd xwedî vê taybetiyê ye.”

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi boneya Newrozê, belavok hatin belavkirin.

Beriya belavok werin belavkirin xebatkarên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û li ser navê komîteya amedekar Hazim Kar axivî û banga beşdabûna pîrozbahiya Newrozê ya li wargehê û Qendîlê hate kirin.

Endamê Komîteya Amadekar ya Newroza Kerkûkê Soran Serdar diyar kir, wan dest bi amadekariyên Newroza Kerkûkê kirine û got: “Emê 25’ê Adarê Newrozê li herêma Şîwesûr ya ser bi Teqteqê pîroz bikin.”

Soran Serdar dazanîn ewê şahiya Newrozê ya îsal bi dirûşma, “Em Newroza îsal bikin Newroza raperîna, dijî gendelî û ne qanûniya civakî” lidarbixin.

Back to top button