Li Bexdayê, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin giritn

Li paytexta Iraq Bexdayê, di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê ketin destê hêzên artêşa Iraqî. 

Fermandariya Polîsa Iraqî ragihand ku hêzên wan roja Înê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li Bexdaya paytext operasyonek pêk anî.

Li gorî fermandariyê, hêzên polîsê bi vê operasyonê rabûn û tê de, 2 DAIŞ’î hatin girtin.

Pencşemê jî li Diyalayê di nav de 3 sivîl, 7 kes bûn qurbanên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê.

Back to top button