Rêveberiya Xweser roja 25ê Nîsanê wek “Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” ragihand.
Rêveberiya Xweser bi boneya salvegera êrîşa dewleta Tirk a dagirker 25ê Nîsana 2017an li ser çiyayê Qereçox a herêma Dêrikê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:
Ji bo bîranîna şehîdên me yên leheng û li ser bingeha şopandina rêya wan, em roja 25ê Nîsanê wek ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” radigihînin.
Rêveberiya Xweser teqez kir ku dê bi vê hêz û vînê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hêviyên gelê xwe yên azadiyê û demokrasiyê pêk bînin.