Parastina Rûsî: Li bakur-rojhilatê Tedmurê nêzî 200 çeteyî hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsî ragihand ku hêzên wan li bakur-rojhilatê bajarê Tedmurê yê Sûrî nêzî 200 çete bi di rêze-bombebaranan de kuştin.

Wezaretê da xuyakirin ku di bombebaranan de 2 veşatgeh, 500 kg cebilxane û bêtirî 24 erebeyên doşka, rûxandin.

Li gorî Wezaretê, çeteyan li bakur-rojhilatê Tedmurê baregehek bo perwerdekirin û pêkanîna êrîşan ava kiribû.

Wezareta Parastina Rûsî bê ku dîroka lêdan û navê koma lêdayî diyar bike, idia kir ku “armanca bombebarkirinê, ‘baregeheke veşartî’ bû û hewl dida berî hilbijartên serokatiyê yên 26 Gulanê, êrîşan bibin ser hêzên hikûmeta Şamê”.

Back to top button