Newroz Uysal: 23 salin binpêkirinên dij-qanûnî li dijî birêz Ocalan tên kirin

Rêber Ocalan, li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke girankirî de ye. Her wiha zêdetirî saleke ye jî ti agahî jê nayê girtin. Derbarê mijarê de Parêzera Rêber APO Newroz Uysal ji bernameya JIN AKTUYEL re axivî. Newroz da zanîn ku binpêkirinên dijhiqûqî li Îmraliyê tê kirin, cezayên displîn û nehevdîtina li gel parêzer û malbatê ya di derheqê birêz Ocalan de jî ne hiqûqî ye.

Tevî ku 23 sal in girtî ye, li ser Rêber Apo tecrîdeke giran jî hatiye sepandin.

Bi vê tecrîdê re, tenduristiya wî bandor dibe û li gorî tê xwestin lênerîna tibî jî pêk nayê.

Der barê mijarê de, Parêzera Rêber APO Newroz Uysal ji bernameya JIN AKTUYEL a televezyona me ra axivî.

Newroz da zanîn ku 23 salin pinbêkirinên ne-hiqûqî li dijî Birêz Ocalan tê kirin û ev yek jî hişt ku li tevahî girtîgehan belav bibe.

Newroz Uysal: Cezayê disîplinê û qedexekirina hevdîtinê binpêkirina qanûnan e

Parêzer Newroz diyar kir ku cezayên displînê û nehevdîtina li gel Ocalan ne li gorî qanûnê ne û divê bên guhertin.

Newroz Uysal: Saziyên hiqûqnas û parêzerên Tirkiyê ji bo Ocalan di nava xebatê de ne

Her wiha Neworz Uysal anî ziman ku saziyên hiqûqnas û parêzerên Tirkiyê ketine nava hewledanekê ji bo rewşa Ocalan û hem jî xebat ji bo vê yekê dikin.

Parêzera Rêber APO Newroz Uysal dibêje: Serlêdanên me ji saziyên Tirkiyê û yên Navnetewî jî tên redkirin, ev yek dide diyar kirin ku ew hiqêqê binpê dikin.

Back to top button