Pelosi ji Japanê peyam da: Em ê rê nedin ku Çîn Taywanê dorpêç bike

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ku bi serdana xwe ya ji bo Taywanê rê li ber hêrsa Pekînê vekir, ji Japanê peyam da û got;
“Wê Amerîka destûrê nede ku Çîn Taywanê dorpêç bike.”
Di vê navberê de tevgera leşkerî ya Çînê li ser ezmanên Taywanê dewam dike.

Dengvedana serdana Nancy Pelosî ya ji bo Taywanê hê jî dewam dike.

Pelosî dema serdana xwe ya ji bo Japanê li ser mijarê axivî û got;

“Çîn vê gavê li derdora Taywanê bi tevgereke leşkerî radibe.

Eşkere ye ku sedema vê tevgerê serdana me ya ji bo Taywanê ye.

Divê were zanîn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê rê nede Çîn Taywanê dorpêç bike.”

Welatê Giravê Taywanê ku hejmara nifûsa wê ji 23 mîlyonan pêk tê, xwedî rêveberiyeke otonom e.

Çîn jî bi salane bi biryareke yekalî, îdîa dike ku Taywan beşek ji xaka wê ye.

Ji ber vê çendê, Pekîn, serdana Pelosî ya ji bo giravê, weke binpêkirina serweriya xwe binav kir.

Di vê navberê de tevgera leşkerî ya Çînê ku li dijî serdana Pelosî destpêkir, dewam dike.

Di vê tevgerê de, ji keştî û balafirên şer bigrin, heta moşekên Balîstîk, her cûre çekên giran tên bikaranîn.

Back to top button