ji bo êrişî Rojava bike Erdogan wê destûrê ji Pûtîn bixwaze

Piştî civîna Tehranê, îro careke din Erdogan û Pûtîn civiyan. Yek ji mijarên sereke yên hevdîtina wan, êrişa dagirkeriyê ya li dijî Bakurê Sûrî ye. Lewma Erdogan wê dîsa hewl bide ji bo êrişê destûrê ji Pûtîn bixwaze. Beriya hevdîtinê Koşka Kremlîn daxuyaniyek da û got, her çi tevgera zerarê bide aramî û yekîtiya xaka Sûrî, divê destûra wê neyê dayîn.

Îro li ser daxwaza Pûtîn, serok-komarê Tirk Erdogan diçe serdana Rûsyayê.

Bi vî awayî piştî 17 rojan, cara duyem e Erdogan û Pûtîn kom bûn.

Rojeva sereke jî, tevgera nû ya dagirkeriyê li dijî Bakurê Sûrî û şerê li Ukraynayê ye.

Li bajarê Soçî, dema pêşwazîkirinê, Pûtîn û Erdogan daxuyaniyên kurt dan çapemeniyê.

Erdogan anî ziman ku ew hêvî dikin di vê hevdîtinê de rewşa Sûrî gotûbêj bikin û got;

Em dixwazin hevkariya aborî ya herdû welatan bihêz bikin.

Baweriya me ew ku ev hevdîtin bibe destpêkeke nû di navbera Rûsya û Tirkiyê de.

Kremlîn: Her çi tevgera zerarê bide aramniyê divê neyê qebûlkirin

Beriya serdana Erdogan, Koşka Kremlînê daxuyaniyek da.

Berdevkê Koşkê Dmîtrî Peskov li ser mijara êrişa li dijî Bakurê Sûrî got;

Her çi çalakiya ku zerar bide aramiya Sûrî û rê li ber perçebûna wê veke, lazime neyê qebûlkirin.

Back to top button