Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û têkbirina tecrîda li Îmralî xelkê Tebqayê li qadan bûn.
Di meşa bi pêşengtiya jinan pêk hatî de, tecrîda li ser Rêber Apo hat şermezarkirin.
Şêniyan bi yek dengî gotin: Em hêza xwe ji Rêber Apo digirin.”
Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya sîyasî” meşek li dar xist.
Nûnerên Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a kantona Tebqa, komîte û nivîsgehên girêdayî wê, partî, tevgerên jinan, ciwan û bi sedan şênî tevlî meşê bûn.
Jinên beşdarî meşê bûyî dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re anî ziman.
Em îro ji bo azadiya fîzîkî ya rêberê xwe dimeşin û daxwaza azadiya wî dikin.
Heta ku em hene emê daxwaza azadiya rêberê xwe bikin.
Bi komplo û girtina Rêber Apo, dixwestin tevahiya civakê dîl bigrin.
Ji ber vê yekê em jî peyama xwe didin û dibêjin emê bi belavkirina fikrê Rêberê xwe û çalakiyan heta dawî têbikoşin û nesekinînin.
Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dikin.
Rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan, li hemberî rewşa heyî, bi erka xwe ranebûne.
Meş ji taxa yekemîn a Tebqayê dest pê kirî li pêşiya navenda Yekitiya Xwendekarên Demokratîk veguherî mitîngê.
Di mitingê de endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a kantona Tebqayê Seca Ayid daxuyanî xwend.
Seca Ayid destnîşankirin ku armanca tecrîdê, têkbirina vîna gelê Kurd û Rêber Apo ye.
Lê Rêber Abdullah Ocalan van êrîşên dewleta Tirk û komploya navdewletî ku tê meşandin têk dibe.
Seca Ayid tecrîd şermezar dikin û got:
“Gelê herêmê hêza xwe ji berxwedana Rêber Apo digire.
“Em soz didn ku em ê tecrîdê bi dawî bikin.
Teqez bi Rêberê xwe re jiyaneke azad û demokratîk bijîn.”