Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Tirkiye navendeke nû li Efrînê vekiriye da çeteyên xwe bişîne Yemenê

Piştî Lîbya, vê carê dewleta Tirk çeteyên xwe dişîne Yemenê jî, da li rex ‘Tevgera Îslah’ a Îxwanê şer bikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ev yek teqez kir û ragihand ku artêşa Tirk, nivîsgehek ji bo tomarkirina navê çeteyên xwe yên ku wê bişîne Yemenê, vekir.

Rêxistinê da zanîn ku ev nivîsgeh li taxa Vêlat li navenda bajarê Efrînê hatiye vekirin û heta niha dewleta Tirk jimarek mezin a çeteyan amade kiriye da ku bişîne Yemenê.

Ji bo şerê Lîbyayê jî dewleta Tirk heya niha 15 hezar çeteyên xwe şandine wir.

Back to top button