Li Iraq 3 çekdarên Heşda Şabî bi teqîna mayînekê hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqî ragihand ku li Diyalayê 2 mayîn hatin teqandin. Di encamê de, 3 çekdarên Heşda Şabî hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Şaneyê da xuyakirin ku mayîna yekem li rojavayê gola Hemrîn a parêzgeha Diyalayê bi karwaneke Lîwaya 14 a Heşd El-Şabî de teqiya.

Di encamê de, 3 çekdarên wê hatin kuştin 5 jî birîndar bûn.

Şaneyê her wiha diyar kir ku mayîna duyem jî li herêma Îmam Şêx Baba ya heman parêzgehê, bi hêzeke dezgeha têkbirina terorê de teqiya.

Di encamê de, 2 endamên dezgehê birîndar bûn.

Li herêma Necmî ya başûrê Iraqê jî, çekdarine nenas agir bi 3 barhilgiran xist, piştî ajokar neçarî peyabûnê kirin.

Li gorî agahiyan, ev barhilgir piştgiriya lojistîk ji bo baregeheke Amerîkî hildigirt.

Back to top button