Ehmed Mismarî banga mekanîzmeyekê dike ku dahatên petrolê negihêjin çeteyan

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî teqez kir ku girtina bendergeh û zeviyên petrolê berdewam dike û banga mekanîzmeyekê kir da ku dahatên petrolê negihêjin çeteyan. Meclisa bilind a dadmendiyê ya Lîbî jî, binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li bajarên Lîbyayê şermezar kirin.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku bendergeh û zeviyên petrolê yên Lîbyayê heta niha jî girtîne û nehatine vekirin.

Mismarî banga mekanîzmeyekê kir ku dahatên petrolê, negihêjin çeteyên dewleta Tirk.

Ehmed Mismarî eşkere kir jî ku ew niha, derbarê mercên jinûvevekirina bendergeh û zeviyên petrolê de, bi civaka navdewletî re di nav danûstandinan de ne.

Li gorî berdevkê artêşa niştimanî, di nav van mercan de, vekirina hesabekî taybet ji bo dahatên petrolê, li derveyî Lîbyayê, her wiha danîna mekanîzmeyekê ji bo belavkirina van dahatan li ser gelê Lîbî li hemû bajaran, hene.

Mismarî destnîşan kir ku ev yek jî wê bi garantoriyeke navdewletî pêk were, da ku pereyên petrolê ji bo destekdayîna çeteyan neyên bikaranîn.

Dadmendiya Lîbyayê gerînendeyên taybet ji bo dadgehkirina sûcdaran ava dike

Di heman demê de, Meclisa bilind a dadmendiyê ya Lîbî, binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li bajarên Terhûna, Benxazî, Derne û gelek deverên din şermezar kirin.

Meclisê da zanîn ku çeteyan li van deveran, ewlehiya sivîlan xistiye xeteriyê û li dijî wan gelek sûcên kuştin û revandinê pêk anîne.

Meclisa bilind a dadmendiyê teqez kir ku ew ê gerînendeyên taybet ji bo dadgehkirina sûcdaran ava bikin.

Back to top button