Metirsiya vîrûsa Coron cihan xistiye tevgerê

Vîrûsa Corona ya ku bûye bela serê cîhanê, rojeva sereke ya cihanê ye. Vîrûsa ku êdî bi lez li nava cihanê belav dibe, jimara qurbanên xwe zêde dike û êdî rojane jimara kesên dimrin hezarî derbas dike. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê careke din bang li her kesî kir ku bê cudahiya temen, kes xwe nêzî cihên komî neke.

Vîrûsa Corona ya ku ji serê salê ve bûyî rojeva giştî ya cihanê, metirsiya xwe di her kêliyê de dide hîskirin.

Piştî daneyên li bakur û rojhilatê Sûrî û welatên ciranê kurdistanê, li seranserî cihanê jî şeklek metirsîdar heye.

 

Îtalya ji ber vîrûsê jihev dikeve

Ewropaya ku weke navenda vîrûsê lê hatî, jiyan bi carekê de daye rawestandin.

Bi taybet Îtalya li hemberî vîrûsê jihev dikeve.

Ji ber vîrûsê di cihanê de welatê ku herî zêde qurbanî dayîn Îtalya ye.

 

Jimara bîlançoya ji ber vîrûsê 4 hezar û 825 derbas kir

Di nava 24 saetên dawî de 793 kes mirin û jimara giştî gihişt 4 hezar 825’an.

Jimara kesên vîrûs derbasî wan bûne jî nêzî 54 hezar dibe.

Rêveberiya welêt ji derveyî cihên ku karê wan neçariye, hemû xebatên kargehan dan rawestandin.

Spanya jî heman metirsiya Îtalya jiyan dike.

Li welêt heta niha vîrûs derbasî 28 hezar û 572 kesî bûye û hezar û 702 jî mirine.

çend saniyan dimenê wiya biherikênin

Piştî rewşa awerte û qedexeya derve, tevgera li nava bajar bi carekê de rawestiya.

Hêzên ewlekarî û xebatkarên tenduristiyê jî ji ber vê helwestê keyfxweşiya xwe nîşan dan.

 

Li Ingiltere jimara qurbaniyan 233 derbas kir

Ingiltere ya ku ji ber vîrûsê despêkê xemsar nêzîk bû, niha tevdîrên herî tund digre.

Ji doh bi şev ve, cihên kombûnên giştî yên li welêt bi carekê de hatin girtin.

Îngîltereya ku bi xemsariya xwe dihat rexnekirin, di nava rojekê de 53 kesên din li qurbaniyên vîrûsê zêde kir û jimara giştî derket 233’an.

 

Fransa: Qedexeya derve didome

Li Fransayê jî ji ber şewba corona heta niha 562 kes mirin û 14 hezar û 459 kes bi vîrûsê ketine.

Qedexeya derketina kolanan didome.

Almanya ragihand ku ew amadene, nexweşên vîrûsê ji Fransa werbigre.

 

Vîrûs li Almanya derbasî 2 hezar kesên din bû

Li Almanya her çiqasî rêjeya kesên jiyana xwe ji dest dayî kêm tên bilêvkirin jî lê vîrûs bilez li welêt belav dibe.

Heta niha vîrûs derbasî 18 hezar û 610 kesî bûye.

Her wiha bi mirina 8 kesên dawî re, jimara qurbaniyên ji ber vîrûsê jî gihişt 55’an.

Mirina despêkê ji ber vîrûsê li Romanya û Başûrê Qibrisê jî encam dan.

 

Li DYA mirin zêde dibe

Li welatê herî pêşketî DYA’yê jî roj bi roj hêjmara miriyan zêde dibe.

Heta niha 348 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 hezar û 892 kes bi şewbê ketin.

 

Çîn: Ji kesên vedigerin welêt metirsya duyemîn heye

Piştî rawestandina dibistanên li Ewropa û Amerîka, xwendevanên Çînê yên li van welatan vedigerin bajarên xwe.

Çîna ku rê li ber belavbûna vîrûsê karî bigre, metirsiya xwe ya vegera welatiyên xwe yên ji derve tîne ziman.

Ji kesên vegeriyan welêt, vîrûs bi 41 kesî re hate dîtin.

Hêjayî gotinêye ku ev 3 rojin li Çînê kesek nû bi vîrûsê ne ketiye.

Li gorî daneyên hatine parvekirin heta niha li seranserî cihanê, vîrûs debrasî 311 hezar û 988 bûye, 93 hezar û 790 saxbûne û 13 hezar û 407 mirine.

Tê texmînkirin ku ji ber vîrûsê zêdeyî 1 milyar kes ji malên xwe dernakevin.

Back to top button