Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam e

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngava komkirina îmzeyan dewma dike.
Li gund, navçe, bajar û bajarokên herêmê komîteyên komkirina îmzeyan komkirina îmzeyan didomînin.
Şêniyên ku îmzeyên xwe dan gotin: “Ji bo azadiya Rêber Apo, çi bikeve ser milê me em ê bikin.”

Bi vî awayî komîteyên komkirina îmzeyan karê xwe yê komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li taxên Qamişloyê di roja 3’an de domand.

Di roja 3’emîn de îmze li 6 tax û 2 bajarokan hatin komkirin.

Dayikên aştiyê yên li Tirbespiyê bi xwîna xwe îmze dan

Di roja 2’an de li navçeya Tirbespiyê jî dayikên aştiyê îmze dan.

Şêniyên Çilaxa: Divê hemû pêkhateyên herêmê beşdarî pêngavê bibin

Komkirina îmzeyan bi coş li Çil Axa jî dewam kir.

Şêniyan destnîşan kirin ku îmze berdêleke biçûk a li hember têkoşîna Rêber Apo ye, divê tevahî pêkhateyên herêmê beşdarî pêngavê bibin.

 Li Hesekê û Holê pêngava komkirina îmzeyan dewam dike

Li navçe û gundewarên Hesekê jî komîteyên komkirina îmzeyan xebatên xwe dewam kirin.

Şêniyên ku îmzeyên xwe dan wiha gotin:

“Li ser bingeha fikrên Rêber Apo em niha Kurd, Ereb, Surya û Aşûr li vir dijîn.

Ji ber wê ji bo azadiya Rêberê xwe, çi ji me bê xwestin em amade ne pêk bînin.”

Li Holê jî sê roj in bê navber îmze têne komkirin.

Li Tebqayê pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo destpê kir

Her wiha li Tebqayê jî xebatên komkirina îmzeyan li taxên yekemîn, duyemîn û taxa Kinîse hatin destpêkirin.

Wekî roja 1’emîn şênî bi awayekî girseyî beşdarî pêngavê bûn û îmzeyên xwe dan.

Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîk ya Rêber Apo

Back to top button