Li Erzîngan a bakurê Kurdistanê şemitîna axê

Li navçeya Îlîç ya Erzînganê ya bakurê Kurdistanê di madena zêr de ax şemîtî.
Di encama vê yekê de 9 kes di bin axê de man û hîna nehatine rizgarkirin.
Her wiha mêtirsiya herî mezin jî ew ku axa jehrkirî bandorî çemê Firatê bike.
Rayedar û wezîrên Tirkiyê dibêjin heya niha li ser çemê Firatê mêtirsî tune ye û cihên derbasbûna çemê hatiye girtin.

Li navçeya Îlîç ya Erzînganê ya bakurê Kurdistanê di madena zêr de şemîtîna axê rû da.

Di sala 2022’yan de cihê madenê ku madeya siya-nurê li xwezayê belav bibû 3 meh hatibû girtin.

Lê piştî 3 mehan dîsa hat vekirin û bi xwe re karesateke mezin anî.

Axa ku nêzî 10 mîlyon metrekub e, di kêliyê de qadekê 800 metreyî belav bû.

Di heman demê de ev cihê madena zêr 700-800 metre durê çemê Firatê ye.

Metirsî hene dibe ku ev madeyên siyanûrê tevlî ava Çemê Firatê bûye.

Di madena zêr de ax şemîtî: 9 kes winda ne

Li gorî rayedarên Tirkiyê 9 kes di bin axê de mane û hîna aqubetê wan ne diyar e.

Her wiha Wezîrê Karê Hundirîn a Tirkiyê Alî Yerlîkaya derbarê bûyerê de daxuyanî da.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku ji bo rizgarkirina kesên di bin axê de mane, xebatên lêgerînê hatiye destpêkirin.

Her wiha li gorî Wezîrê Karê Hundirîn ku dibêje rê li derbasbûna ava çemê Firatê hatiye girtin.

Metirsiya li ser çemê Firatê

Li aliyê din Waliyê Erzînganê Hamza Aydogdu jî derbarê bûyerê de daxuyanî da û li ser Çemê Firatê jî ev tişt anî ziman:

“Li Çemê Firatê rewşeke metirsîdar tune ye. Ji bilî şemîtîna axê tu pirsgirêk tune ye.”

Li gorî Wezareta Hawîrdorê jî diyar kir ku li Çemê Firatê hin xalên sereke nimûne hatiye komkirin û anî ziman ku heya niha ti qirêjî li Çemê Firatê tespît nekirine.

Erdnas Suleyman Pampal jî bal kişand xeteriya li ser çemê Firatê û ev hişyarî da:

“Heger ev axa şemîtî tevlî nava çemê Firatê bibe, dê karesatek mezin çêbibe.

Ev axa çandiniyê ye ku mixabin ji bo lêgerîna zêran hatiye valakirin.

Her wiha ji bo berhemanîna zêran, madeyên jehrîn û kîmyewî tên bikaranîn.”

Suleyman Pampal anî ziman ku divê yekser rê li ber axa jehrkirî bê girtin da ku neçe ava çemê Firatê.

Back to top button