Gotûgot li ser hikumeta nû ya Iraqê hate kirin

Şandeya YNK’ê ya bi serokatiya Bafil Talebanî doh li Bexdayê li gel aliyên Şie yên di nava Çarçoveya Hemahengî de ne civiya. Hat gotin di civînê de aliyan tekezî li ser dîtina rêyên çareseriyê yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirine.

Şande li Bexdayê li gel serkirdeyên Şie Nûrî Malikî, Qeys Xeyz Elî û Heyder Ebadî civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de aliyan li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û rakirina astengiyên li pêş pêkanîna hikûmetê giftûgo kirine.

Yek ji serkirdeyên Çarçoveya Hemahengî ya Şie Ehmed Esedî li ser naveroka civînê ev got:

Di civînê de gotobêj li ser encama civîna ku aliyên Şie li gel Muqteda Sedir kirî hat kirin.

Her wiha hat diyarkirin di civînê de aliyan tekez kirine ku divê pirsgirêk bi rêyên diyalogê werin çareserkirin.

Şandeyên Bexda ji bo lêkolîna êrişa 12’ê Adarê li Hewlêrê bûn

Îro jî, şandeyek ji parlementoya Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişa 12’ê adarê, serdana Hewlêrê kir.

Şandeya parlementoya Iraqê ji cîgirên serokê parlementoyê Hakim Zamlî, Şaxewan Ebdullah û hinek parlementerên din pêk dihat..

Duh jî bi heman armancê, şandek Hikumeta Iraqê bi serokatiya serokwezîr Kazimî li Hewlêrê bû..

Di nava şandeyê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cuma Inad, Wezîrê Navxwe Osman Xanimî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî hebûn.

Hêjayî gotinê ye şeva 12’ê Adarê bi 12 mûşekan êriş li ser Hewlêrê pêk hat..

Supayê Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê fermî berpirsyariya êrişê girte ser xwe….

Back to top button