Li Tirbesipiyê 12 şehîdên meha Hezêranê û her wiha Zeyneb Kinaci hatin bibîranîn.
Bi dehan malbatên şehîdan û gelên navçeya Tirbespiyê di merasîma ku li hola Nadî Siyahî pêk hat de amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêz giritnê dest pê kir. Pştre sînevizyonên li ser jiyana 12 şehîdan û jiyana gerîlaya PKK’ê Zîlan bi navê xwe din Zeyneb Kinaci hatibûn amadekirin, hat pêşkêş kirin.
Li ser navê malbatên şehîdan axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Merasîm bi xwendin û radestikirina wesîqeyên şehîdan ji bo malbatên wan bi dawî bû.